• Friday, 26 April 2024
logo

Li Til Temirê 2 şervanên Siryan di topbarana Tirkiyê de canê xwe ji dest dan

Gulan Media August 13, 2022 Nûçe
Li Til Temirê 2 şervanên Siryan di topbarana Tirkiyê de canê xwe ji dest dan

Encûmena Serbazî ya Siryanî ragihandiye ku li Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê di topbaraneke Tirkiyê de 2 şervanên wan canê xwe ji dest dane.

Encûmena Serbazî ya Siryanî li Til Temirê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê gundên Derdare û Qibûr El-Qeracine yên Til Temirê topbaran kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku di encama topbaranê de 2 şervanên wan ên bi navên Yûsif Mihsin û Radî Osman canê xwe ji dest dane.

Ev heftiyeke Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî wê topbaranên xwe li ser gundên navçeyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê yên Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

 

Rudaw

Top