• Sunday, 28 July 2024
logo

14.mîn festîvala şanoya kurd li Seqizê destpê kir!

Gulan Media December 7, 2017 Hunerî
14.mîn festîvala şanoya kurd li Seqizê destpê kir!
Li gor nûçeyên malperên herêmî yên rojhilatê Kurdistanê, 14.mîn festîvala şanoya kurd li Seqizê îro bi beşdariya grubên beşdarvan û hunermendên kurd li bajarê Seqiz dest bi karên xwe kir.

Li gor gotinên rêveberê 14.mîn ê festîvala şanoya kurd li Seqizê Elî Riza Îsmaîlî, piştî belav kirina agahdariyê zêdetirî 50 berhemên şanoyê geheştine festîvalê ku ji aliyê lijneya dawerên pispor ve 12 berhem bo pêşbirkê hatine helbijartin û îro 07.12.2017ê dest bi karên xwe kiriye û heta roja yekşemê dê berdewam be.

Li gor gotinên rêveberê festîvala şanoya kurd li Seqizê, naverok û babetên wek berhem hatine rêkirin taybet derbarê ‘’ramanê şirovekarane ya ji bo pirsgirêkên civakî yên rojame ya îro û pirsgirêkên malbat, ciwan, telaq dan û cudabûn û li dijî madeyên hişberiyê rawestan û çend mijarek din ên wek red kirina tundûtîjiyê, çand û piştgiriya aştiya cîhanî ne.’’

Festîvala şanoya kurd li Seqizê di sala 1999 destpê kir û 6 salan berdewam kir, lê ji ber pirsgirêkên darayî 6 salan hate rawestandin û di sala 2009 û pê de careke din destpê kir û heta 2011ê 4 dewreyên din birêve bir, lê dîsa piştre bo çar dewreyan hate rawestandin.

Herwaha ji sala 2015ê şûnde festîvala şanoya kurd li Seqiz çalakiyên xwe destpê kir û 4 sale bi rêkûpêkî birêve diçe.

basnews
Top