Festîvala pirtûk û dokûmanên kevn dest pê kir
Her cûre pirtûk, govar, sûret, plak, afîş û dokûmanên kevn li Festîvala Sahafan li Stenbolê li standên sahafan li benda destê xelkê serdemê ne. Festîvala safahan bi eleqeyeke balkêş berdewam dike heta 15 rojan.
Bayram Koç yek ji sahafên Stenbolê ye û ji sala 87an vir ve jî bi dû pirtûk, govar, belge û her cûre dokûmanên kevn ketiye. Koçê sahaf, xelkê meraqdar jî bi dû xwe ve kaşî nava ew nostaljiya paşxanî dike. Tevî ku tu qezenceke madî ya berbiçav di vî karî de nebe jî, ew sahaftiyê weke kewandina nexweşiyeke li xwe bi nav dike. Du zarokên xwe bi vî karê bê dahat mezin kirine û dibê ezê heta mirinê jî di nava laperên van kevnareyan de bimînim.
Sahaf Bayram Koç ji Rûdawê re wiha axivî: “Em weke sahaf, weke xwînêr vî karî bi dildariyeke mezin berdewam dikin. Ên ku bêhna van pirtûkan bikêşin, nikarin dev ji vê bîra dîrokê berdin. Em bêjin hez û dildariya xwendin û pirtûkan.”
Festîvala Sahafan li Gara Haydarpaşa ya dîrokî ku çend salin terxankirî ye di ber siya van trênên bê rêwî de bi dehan sahafên din ên weke… Li xwe digire. Festîvala pirtûk û dokûmanên kevn bo 15 rojan dest pê kir. Meraqadarên dîrok û nostaljiyê bi germî xwe digihînin vê festîval û gara kevnedîrokiyê.
Sahaf Elî Karabeyeser jî got: “Ev fûar û festîvlên kitêban bo sahafan gelekî grîng in. Kesên ku nikarin bigihîjin kitêbên giranbûha dikarin li vir wan peyda bikin. Eleqeya xelkê jî gelekî baş û di cî de ye. Ew festîval tenê bi xebata sahafan didome. Lê pirtûkên zazakî kêm in û firotina wan jî pir kêm e.”
Lîstikvan û plakfiroş Delîl Celîloglû jî anî ziman: “Komkirina xelkê li cihekî wiha tiştekî gelekî cihê şanaziyê ye. Ez lîstikvanê sînemayê me lê meraqa min ji zarokatiyê ve tê.Em jî wek tekane plakfiroşê festîvalê li vir in.”
Ji bo zarokên ku li gel dê û bavên xwe têne festîvalê jî surprîz û kêfxweşiyên berê xêrhatina wan dikin.
Bîlge Kiliç jî got: “Ew lîstokeke gelekî bi kêf e. Dema meriv wan dide lîstin wiha rûyê mirov dikene. Meriv kêfxweş dibe ji ber ku ew pêkenok in.”
Pirtûkên ku li pirtûkfiroş û li tu cihên din nayên bidestxistin, sûretên ji serdemên ne diyar, deng û laperên ji dîrokeke dûvdirêj, di destên hemdem de xwe kaşî serdema heyî dikin.
Welatiya bi navê Gulcan Işik jî ragihand: “Ez gelekî li vir geriyam lê min pirtûkên kurdî nedîtin ez pir xemgîn im. Ez dixwazim pirtûkên kurdî jî hebin da ku karibin ziman û dîroka xwe pêş bixim.”
Festîval bi beşdariya 40 firoşkarên pirtûkên kevn, bi armanca ku sahaf bigihîjin qîmeta ku ew li bendê ne û ji bo jêneçûna vê qadê hersal li vir tê lidarxistin. Heta dema ku ew trên careke din gihîştine rêwiyên xwe.
Rudaw