• Saturday, 23 November 2024
logo

Derhênerê kurd ji Serokê Komeleya Fîlmên Amerîkî re behsa rewşa Kurdistanê kir

Gulan Media November 1, 2017 Hunerî
Derhênerê kurd ji Serokê Komeleya Fîlmên Amerîkî re behsa rewşa Kurdistanê kir
Derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî ku xwedî çend flim û xelatên cîhanî ye, nameyek ji Serokê Komeleya Fîlmên Amerîkî (The Motion Picture Association of America) Christopher Dodd şand û di nameyê de behsa rewşa Kurdistanê dike.

Derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî di beşek ji nameya xwe de, ku nuxeyek ji bo Rûdawê şandiye, ji bo alîkariya berhemanîna fîlma wî ya bi navê "Bîranînên Ser Berî" destxweşiyê li senatorê berê yê Amerîka û Serokê Komeleya Fîlmên Amerîkî Christopher Dodd dike.

Şewkit Emîn Korkî ji Christopher Dodd re behsa rewşa nihaya Herêma Kurdistanê dike û dbêje ew sê sal in wî ti filmek berhem neanîne, ji ber ku bi gotina wî, karê fîlmsaziyê û hunerî bi yekcarî li Kurdistanê rawestiya ye.

Di beşeke din a nameyê de ji bo Dodd, Korkî dibêje, Kurdistan di demê sê salên borî de li dijî DAIŞê westiya û li cihê hemî cîhanê şerê wan kir, bi vê sedemê Kurdistanê gelek qurbanî dane û hejmara koçberên jî gelek zêde bûye.

Derhenêrê kurd, behsa qonaxa piştî referanduma 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê dike ku xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebunê dengê xwe da û dibêje, piştî sê heftiyan dûbare xelkê Kurdistanê rastî êriş û tundiyan hatiye û niha jî dorpêçkirine.

Korkî dibêje jî, ew ti caran hizra wê yekê nake ku welatê xwe bihêle, lê bi wê çendê jî ew geşbîn nîne ku rojek bêt û di rewşeka asayî de bikarbe karê xwe yê sînemayî bike.

Rudaw
Top