• Saturday, 23 November 2024
logo

Fîlma Zagros beşdarî 2 festîvalên giring dibe

Gulan Media September 29, 2017 Hunerî
Fîlma Zagros beşdarî 2 festîvalên giring dibe
Derhênerê kurd Sehîm Omer Xelîfe, ku bi 3 kurtefîlman 98 xelatên sînemayî bidest xist, yekemîn fîlma xwe ya dirêj a bi navê “Zagros” berhemanî.

Sehîm Omer Xelîfe derbarê yekemîn ezmûna xwe ya fîlma dirêj de ji Rûdawê re got: “Karê dehênana kurta fîlm û fîlmên dirêj pir ji hev ne cuda ne. Lê dîsa jî Zagros ji bo min ezmûneke nû û giring bû.”

Fîlm çîroka şivanekî kurdê ji Bakûrê Kurdistanê yê bi navê Zagros vedigêre, ku pir hez ji hevjîna xwe Havîn dike. Ji bo Zagros Kurdistan behest e lê hevjîna wî Havîn û keça wî Reyhan diçin belçîkayê. Paşî Zagros jî biryar dide li pey wan de here derveyî welat.

Li Belçîkayê derbarê hevjîna xwe de gelek tiştan dibihîse û êdî weke berî jê bawer nake. Lewma dixwaze careke din vegere welêt.

Derhêner Sehîm Omer Xelîfe bi xwe li Belçîkayê nîştecîh e û di warê sînemayê de mastera wî heye. Derbarê çîroka fîlmê de got, ku wî şivanek kiriye karakterê sereke yê fîlma xwe. Naveroka fîlmê behsa wê dike, ku Şivanê kurd li ser jîngeha xwe mezin bûye lê dema diçe bajarekî gudgûde yê weke Brûkselê, nikare xwe li gel jiyana wî bajarî biguncîne û lewma xwe careked in davêje himêza nîştamana xwe.

Dîmenên fîlmê piranî li Bakûrê Kurdistanê hatine girtin. Sehîm Omer Xelîfe dibêje, pêwîst dikir, ku ew kesên di fîlmê de cîh digrin kesên ji Bakûrê Kurdistanê û aktorên xwedan ezmûn bin.

Xelîfe di 3 kurtefîlmên xwe yên berî de rol nbedaye aktorên xwedan ezmûn, rol daye kesên asayî. Lê ew dibêje, li Bakûr kesên bi ezmûn hebûn, ji bo vê fîlmê jî ew pêwîst bûn.

Beşekê fîlmê jî li Yûnanîstanê hatiye girtin. Xelîfe diyar dike, di dema tomarkirina dîmenan de gelek zehmetî derketine pêş wan. Lewma wan Yûnîstan hilbijartiye, ji ber ku cografya vî welatî nêzîkî yê Kurdistanê ye.

Belçîka piştgiriya darayî dide fîlmên Sehîm Omer Xelîfe. Fîlmên wî heta niha di festîvalên cîhanî de bi kurtefîlmên Messiyê Bexdayê, Welatê Şampiyonan û Nêçîrvanê Xirab, 98 xelat wergirtine.

Fîlma Zagros dê li gel 11 fîlmên din beşdarî 44emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Gentê bibe, ku biryare di navbera 10 û 20ê Cotmehê de li Belçîkayê were sazkirin.

Herwiha dê Zagros beşdarî 18emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Areskeyê bibe, ku dê di navbera 3 û 12ê Mijdarê de li bajarê Ares a Fransayê birêve biçe.

Di fîlma Zagros de Yusuf Çetin, Feyyaz Duman, Suat Usta, Maaike Neuville, Halima Ilter û hunermendê navdar ê kurd Hozan Brader rol digrin.

Zagros berhemekî hevbeş ê Belcîka û Holandayê ye. Prodûserê sereke yê fîlmê Dries Phlypo û Sehîm Omer Xelîfe ne. Herwihga Jean-Claude van Rijckeghem û Sehîm Omer Xelîfe senaryoya wê amade kirine.

Fîlma Zagors dê 15ê Mijdarê li sînemayên Belçîkayê de were nimayîşkirin.

Du salan ser hev kurtefîlmên “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirab” di nava 10 kurtefîlmên namzetê Xelata Oskarê ya kurtefîlman bû. Niha jî endamê lîjneya nirxandina fîlman a Oscarê ye.

Sehîm Omer Xelîfe li ser asta Başûrê Kurdistan, Iraq û Belçîkayê derhênerê herî zêde xelat wergirtî ye.

Rudaw
Top