• Saturday, 06 July 2024
logo

128 endamên Akademiya Oskarê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin

Gulan Media September 26, 2017 Hunerî
128 endamên Akademiya Oskarê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin
Bi dehan derhêner, sînemakar, rexnegirên sînemayê û lîstikvanên endamên Akademiya Oskar piştevaniya xwe bo serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê nîşan dan.

Derhêner û sînemakarê navdarê kurd û endamê Akademiya Oskarê, Behmen Qubadî, ragihandiye ku wî beriya sê mehan daxwaz ji endamên Akademiya Oskarê kiriye piştevaniya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê bikin, wan jî bi germî bersiv dane.

Qubadî daye zanîn ku 128 endamên Akademiya Oskar piştevaniya xwe bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê anîne ziman û ragihandine, ew hêvîdar in kurd bibin xwedan welatê xwe û bi navê Kurdistanê beşdarî festîval û ahengên cîhanî yên sînemayê bibin.

Behmen Qubadî behsa naveroka nameya xwe jî kiriye û gotiye, min di nameya xwe de nivîsîbû ku ez jî endamekî akademiyê me lê heta niha şansê me kurdan nebûye em bi navê welatê xwe beşdarî festîvala Oskarê bibin ji ber ku welatên din nehîştine em serbixwe bin. Min gelek caran hewl daye bi navê Kurdistanê karekî bikim lê ew firsend bo min pêş nehatiye.

Behmen Qubadî niha li bajarê Busan yê Koreya Başûr. Qubadî bo 22emîn festîvala fîlman çûye wir û endamê Jûrî yê festîvalê ye. Festîvala Busan roja 12 Cotmeha îsal dest pê dike û 22 mehê jî xilas dibe.

Basnews
Top