• Saturday, 06 July 2024
logo

Duhok…Fîlmê Alan Kurdî xelata yekê ya pela zêrîn bidestxist!

Gulan Media September 17, 2017 Hunerî
Duhok…Fîlmê Alan Kurdî xelata yekê ya pela zêrîn bidestxist!
Rêveberê sînemayî li parêzgeha Duhokê diyar kir, xelata yekê ya pela zêrîn bo fîlma kurdî ya ‘’Alan’’ hate dayîn û xelata duyem jî ji fîlma ‘’Tama Kêvrîşkê’’ bidestxist û fîlma ‘’Rdin end Rdin’’ jî xelata pela zêrîn bidest anî ye.

Rêvebere sînemayê li parêzgeha Duhokê Salih Arif ji BasNewsê re ragehand: ‘’Filmê dirêj û fîlmê Alan ê rojhilat li gel fîlmê havî bûn ê derhêner Hekar Ebdulqadir û fîlmê Keys û gelek fîlmên din hatin xelat kirin. Îsal 50 welat beşdarbûn di festîvala Duhokê ya navnetewî de. Îsal gelek baş festîval birêve çû. Bo cara yekê îsal odeya dokomanteran hatibû vekirin û çar ode hebûn, kurte fîlm, fîlmên dirêj, belge fîlm û fîlmên dirêj ên cîhanî.’’

Duh 16.09.2017ê êvari festîvala Duhokê ya navnetewî bi dawî hat û 40 fîlmên herî baş hatin xelat kirin.

Basnews
Top