• Saturday, 06 July 2024
logo

Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê îro dest pê dike

Gulan Media September 9, 2017 Hunerî
Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê îro dest pê dike
5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê, ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya wê dike, îro dest pê dike.

5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê îro 09-09-2017, demjimêr 18.00ê êvarê dest pê dike û dê ev festival di navbera rojên 9 û 16ê Îlonê de birêve biçe.

Festîval dê bi fîlma Zer dest pê bike. Bi giştî 131 fîlm dê werin temaşekirin lê 48 fîlm dê têkevin pêşbaziyê.

Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê bi awayekî serbixwe, her sal di meha Îlonê de tê pêkanîn.

Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê di heman demê de li Rojhilata Navîn weke 'pêşbaziya sînemayê ya herî giring' tê dîtin.

Ji Kurdistan û cîhanê gelek fîlm beşdarî festîvalê dibin.

Rudaw
Top