• Saturday, 06 July 2024
logo

Hunermendên Zaxo stranek bo referandûmê belav kirin!

Gulan Media September 3, 2017 Hunerî
Hunermendên Zaxo stranek bo referandûmê belav kirin!
Çend hunermendên Zaxo stranek bo piştevaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê tomar kirin û belav kirin.

Nivîs û awaza stranê ji aliyê Cîhad Bapîrî ve hatiye amade kirin û stran bi dengê çend hunermendên Zaxo ve hatiye tomar kirin. Biryare di çend rojên pêş de video klîpekê ve ew stran bê belav kirin.

Vê derbarê de Cîhad Bapîrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Stran wek piştgiriyeke bo referandûma serxwebûna Kurdistanê û herwaha ez spasiya hunermend Ebdulqehar Zaxoyî dkim ku alîkarek baş bûye bo belav kirina vê berhemê.’’

Stran li studyoya Zeman a Zaxo hatiye tomar kirin.

Basnews
Top