• Friday, 26 April 2024
logo

Rewşa Iraqê zêdetir aloz dibe – Parlementerên serbixwe jî vedikişin

Rewşa Iraqê zêdetir aloz dibe – Parlementerên serbixwe jî vedikişin

Tê gotin dê parlementerên serbixwe yên Iraqê jî dest ji endamtiya parlementoyê berdin. Çavdêrekî siyasî jî dibêje, rewş dê zêdetir aloz bibe.

Parlementerekî serbixwe yê Iraqê bi navê Elî Saidî ragehandiye, komek parlementerên serbixwe xwe amade dikin dest ji endamtiya parlementoyê berdin.

Elî Saidî daye zanîn, hinek ji wan parlementeran hewl didin tevahiya parlementerên serbixwe, ku zêdetirî 40 kesan in, razî bikin bi hev re dest ji parlementoyê berdin.

Li ser vê mijarê, çavdêrê siyasî dr. Newzad Hîtutî ji BasNewsê re got, bêguman eger parlementerên serbixwe dest ji endamtiya parlementoyê berdin rewşa Iraqê dê zêdetir aloz bibe.

Dr. Newzad Hîtutî her wiha got, ji xwe bi vekişîna parlementerên Sedir şansê pêkanîna hikûmeta nû ji aliyê Îtar Tensîq ve gelekî lawaz bûye vêca bi vekişîna yên serbixwe, ev şansê kêm jî namîne.

Bi gotina wî çavdêrî, eger kurd û sunnî nebin hikûmeta nû ti carî pêk nahê.

Basnews

Top