Bakur - Li Meletiyê di şerekî çekdarî de 2 kes hatin kuştin
Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê di navbera xwedan karekî û çend kesên de şer derket.
Li taxa Yenî Hamam ya ser bi navçeya Battalgazî ya Meletiyê li ser deyn û dirav şer derket. Di encama wî şerî de du kes, Remzî Erşahîn û Xelîl Ulutaş, jiyana xwe ji dest dan.
4 birîndar rakirin nexweşxanê ku 3 kes ji wan bi çekê birîndar bibûn û yek jî bi lêdanê.
Hêzên polîs ji ber wê bûyerê çend kes girtin û dest danîn ser çend çekan jî.
Basnews