• Saturday, 06 July 2024
logo

Dalya Mîrza li Kurdistanê çalakiya modayê li dar dixe

Dalya Mîrza li Kurdistanê çalakiya modayê li dar dixe
Dîzaynera cil û bergên kurdî Dalya Mîrza Berzencî ragihand, ku dixwaze li Herêma Kurdistanê çalakiyeke modayê li dar bixe.

Dalya Mîrza Berzencî (1988) ku li paytexta Urdinê bajarê Emmanê dijî aşkere kir, ku piçûktaniya xwe ve dîzaynkirina cil û bergan hez dike.

Dalya endezyariya avahiyê xwendiye û niha jî li Zanîngeha Emmanê xwendekara pola sêyem a beşa dîzaynkirina nav malan dixwîne.

Dîzaynera kurd Dalya Mîrza ji Rûdawêre ragihand: “Min bi dîzaynkirina cil û bergên kurdî dest pê kir. Bi vî awayî dîzaynên min bala gel kişand.”

Dalya Mîrza diyar dike, ku dîzayna cil û bergan çêdike û dibêje: “Cil û bergên ku min li kargeha xwe dîzayn kirine, li çalakiyên modayê ku ez beşdar bûme, min pêşkêş kirine.”

Herwiha Dalya destnîşan kir: “Piraniya kelûpelên ku ez bi kar tînim ji Dubaiyê dikirim. Lê ji bo dîzaynê têm Kurdistanê.”

Dalya bal kişande ser wê yekê, ku çanda kurdan bi welatên ereb dide nasîn û got: “Kurd, ereb û welatiyên Sûriyê ku li Urdinê ne, dixwazin ji wan re cil û bergan dîzayn bikim.”

Herwiha Dalya Mîrza amaje bi yekê kir, ku gava cil û bergekî çêdike, li gor rengê laş û bejna mirovan qumaş û modela xwe hildibijêre û got: “Dema ku ez modelekê dîzayn dikim, bi hevkariya kiriyara xwe çêdikim.”

Weke din Dalya aşkere kir, ku di çalakiya Ehlen Remezanê ku li Emmanê tê lidarxistin, dîzaynên xwe dê pêşkêş bike û got: “Ez dixwazim îsal li Kurdistanê çalakiya modayê li dar bixim.”

Rudaw
Top