• Saturday, 06 July 2024
logo

23emîn Festîvala Cihanî ya Muzîka Mîstîk li Mexribê birêve diçe

23emîn Festîvala Cihanî ya Muzîka Mîstîk li Mexribê birêve diçe
Di 23emîn Festîvala Cihanî ya Muzîka Mîstîk de ku li Mexribê (Fas) berdewam e nimayîşên koma muzîkê "Songhai" yên ku ji têkeliya Flamenko û muzîka Mandinkayê pêk tên, rastî eleqeyeke mezin hatin.

Koma muzîkê Songhai ku bi pêşengtiya nunerê muzîka Malili Mandinka Toumani Diabete û muzîkjenên spanî Jose Miguel Carmona û Javier Colina saz bûye, di festîvalê de konserek pêşkêş kir.

Di konsera li qada Bab El Makîne ya Mexribê de gelek muzîkhez jî amade bûn.



Ji welatên wekî Çîn, Fas, Kuweyt, Libnan, Fransa, Amerîka, Hindistan, Kuba, Bulgaristan, Moxolistan, Îtalya, Îrlanda, Yewnanistan, Brezîlya, Spanya û Maliyê 45 komên muzîkê beşdariya 23emîn Festîvala Cihanî ya Muzîka Mîstîk ya ku di 12ê Gulanê da dest pê kir, dikin.

Herwiha sernava îsal a festîvalê jî "Av û Muqedesat" e û dê heya 20ê Gulanê dewam bike.
Top