• Saturday, 06 July 2024
logo

Nezend Begîxanî dîwaneke nû çapkir

Nezend Begîxanî dîwaneke nû çapkir
Heftêya borî dîwanekê nû yê helbestvan û lêkoler Nezend Begîxanî yê bi navê “Geştek ligel John Donne” hate belavkirin.

Navenda Xezelnûs a çap û belavkirinê ragihand, roja 8ê Gulana 2017ê, bi amadebûna helbestvan Nezend Begîxanî, dîwana wî ya nû ya bi navê “Geştek ligel John Donne” hate belarkirin.

Ev berhem ji aliyê Navenda Xezelnûs ve hatiye çapkirin û berhema herî dawîn a Nezend Begîxanî ye.

Nivîskar û mamostayê zanîngeha edebiyayê li Îspanyayê Ehmedê Mela derbarê vê dîwanê de nivîsiye: “Yekîtiya stayl yan şêwazê, xaleke balkêş a vê dîwanê ye. Herwiha xemên ji hinavê derketine, nefesekî nû pêşkeşî van deqan kirine.”

Rudaw
Top