• Saturday, 06 July 2024
logo

Îsal Celîl Kakeweys bû xwediyê Xelata Netewî ya Çarçira

Îsal Celîl Kakeweys bû xwediyê Xelata Netewî ya Çarçira
Nivîskar û Wergêrê Kurd Celîl Kakeweys 4emîn Xelata Netewî ya Çarçira wergirt.

Bi amadebûna beşek ji nivîskar û hunermendên Kurdistanê, li Hotêla Çarçira ya li Hewlêrê bi merasîmekê Xelata Netewî ya Çarçirayê bo nivîskar û wergêr Celîl Kakeweys hate dayîn.

Endamê Lijneya Xelata Netewî ya Çarçira Ebdulxaliq Ye’qûbî ji Rûdawê re ragihand: “Me biryar da ku em Xelata Çarçira ya sala 2017an bidin Celîl Kakeweys ku ew bi xwe weke nivîskar û wergêr ji bo ziman û wêjeya kurdî gelek xizmet kirine.”

Herwiha Ebdulxaliq Ye’qûbî diyar kir, ku ew dixwazin di sala dahatû de du xelat bidin nivîskarên kurd û hêvî dikin herdu xelat, yek di demsala Biharê de û yek jî di Payîzê de werin dayîn.

Di salên borî de ji wêjevanan, helbestvan Muhsîn Aware, nivîskar Heme Kerîm Hewramî û hunermend Ebdulî Hemeciwan xelata netewî ya çarçirayê wergirtibûn.

Celîl Kakeweys di sala 1948an de li Kerkûkê ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Bexdayê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xwendiye.

Niha bi navên “Gotareke ku ne ji bo ti kesî ye” û “Bêhna Kurê Adem” du romanên wî hene.

Herwiha pirtûka wî ya bi navê “Saetên Rawestiyayî” ji aliyê çend nivîskaran ve, bo zimanê erebî hatiye wergerandin.

Di warê lêkolîn û rexneya wêjeya kurdî de xwediyê pirtûka bi navê “Romana Kurdî” ye. Herwiha gelek gotarên wî yên li ser çîrok, roman û zimanê wêjeyê hene.

Weke din Celîl Kakeweys gelek pirtûkên bi zimanên biyanî, wergerandiye zimanê kurdî.

Rudaw
Top