• Saturday, 06 July 2024
logo

AMED - 5emîn Festîvala Şanoyê destpê kir

AMED - 5emîn Festîvala Şanoyê destpê kir
Li Amedê 5'emîn Festîvala Şanoyê ya şanogerên, ku ji aliyê qeyûman ve ji kar hatine avêtin, dest pê kir. Ji Amedê heta Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê, di vê festîvalê de dê 16 lîstik bêne pêşkêşkirin, ku piraniya wan jî bi zimanê kurdî ne. Şanoger dibêjin qeyûm ew ji kar avêtibin jî ti hêz nikare şanoya wan ji gel qut bike.

5'emîn Festîvala Şanoyê li Amedê dest bi kar kir. Ji Amed, Êlih, Stenbol û bajarê Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê jî şanoger di festîvalê de amade ne û dê lîstikên xwe pêşkêşî şanohezan bikin.

Festîval bi lîstika "Bûn an jî Nebûn" perdeya xwe ji temaşevanan re vekir. Derhênerê lîstika "Bûn an jî Nebûn" Ruknedîn Gun, diyar kir ku hemû şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê ji aliyê qeyûm ve ji şaredariyê hatine avêtin û wan bi vê festîvalê nîşan daye ku mirov dikare bi derfetên xwe jî hunerê bide jiyandin.

Ruknedîn Gûn ji Rûdawê re got: “Hemû şaredariyên Kurdistanê di destê qeyûman de ne. Ji nişka ve hemû şaredariyên me hatin girtin û hemû karên wan ên hunerî hatin rawestandin. Beşên wan ên çand û hunerê hatin girtin. Lê dîsa jî Şanoya Bajêr a Amedê piştî hate girtin jî ranewestiya û ji xwe re holeke taybet vekir û niha repartuara xwe ya hersal berdewam dike.

Di çarçoveya festîvalê de pêşangeheke wêneyan a bi navê "Li Iraqê çi diqewime" jî hate vekirin. Pêşangeh di navbera Başûr û Bakur de bû pireke hevtêgihiştinê.

Birêveberê Ajansa MetroGraphy Ehmed Necîm jî ragihand: “Me weke Ajansa MetroGraphy biryar da ku em vê pêşangeha fotografan bîne vê derê û palpiştiya rojnamevanên wênegir bikin. Me xwest em ji wan re jî bibêjin em jî li Kurdistan û Iraqê em dikarin pêşangeh û çalakiyan bînin vê derê û xemên xwe bi riya fotoyê parve bikin.”

Şivan Vural Tantekîn jî 27 salan şanogerî kiriye lê piştî danîna qeyûman li ser şaredariyan ew neçar maye ku ji bo debara jiyana xwe aşxaneyeke kufteyan veke.

ŞanogerŞivan Vural Tantekîn diyar kir: “Pereyê hunermendan tune ye. Hûn dizanin hunermendên kurd jixwe hemû birçî ne. Îmkanên wan ên debarê tune ye. Jixwe pêncemîn festîvala şanoya Amedê dest pê kir. Pênc komên me hene. Hevalên me li wir in. Ew festîvalê bi rê ve dibin û ez jî kufte û birincê çêdikim. Min dixwest ez jî ligel hevalên xwe bim lê mecbûr im ji bo debara jiyana xwe vî karî jî bikin.”

Festîvala şanoyê di rewşeke wiha de pêk tê ku li Amedê 31 şanoger ji şaredariyên Amedê bi Biryarnameya Erka Qanûnê de ji kar hatine avêtin.

Festîval dê heta 21'ê mehê berdewam bike û dê 16 lîstik di festîvalê de bêne nîşandan ku piraniya wan bi kurdî ne.

Rudaw
Top