• Saturday, 06 July 2024
logo

Rojînê alîkarî da dibistaneke gundê Amedê

Rojînê alîkarî da dibistaneke gundê Amedê
Hunermenda kurd Rojîn alîkarî ji xwendekarên gundê Sersad a qezaya Çêrmûg a bajarê Amedê re bir.

Mamostayek gundê Sersad a ser bi qezaya Çêrmûg a bajarê Amedê ji bo avakirina pirtûkxaneyekê li ser torên medyaya civakî kampanya berhevkirina pirtûkan da destpêkirin.

Hunermenda Kurd Rojîn piştî ku haya wê ji vê kampanyayê çêbû, bi balefirê ji Sitenbolê hat Amedê û bi riya bejahî ya bi qasî 2 saetan dûr e çû gundê Sersadê. Wê ne tenê pirtûk, bi xwe re gellek alîkarî û diyarî jî ji xwendekarên dibistana gund re anî.

Gundê Sersad a qezaya Çêrmûg a Amedê li ber Çemê Feratê hatiye avakirin, ji ber dûrbûna ji navendan di gellek waran de ji derfetên bajaran bê par e. Hunermenda Kurd Rojîn ne têde ev gund pir di bîr û xema kesî de nîn e. Rojînê alîkarî ji xwendekarên gundê Sersadê re bir.

70 xwendekarên dibistana seretayî ya gundê Sersadê ji van alîkariyan sûd wergirtin. Di nav alîkariyan de pirtûk, cilûberg, sol hebûn.

Hunermned Rojîn ji Rûdawê re wiha got: “Dibistaneke biçûk e. Heftê xwendekar in. Me ji bo wan ev tiştana anîn. Cilûberg û pêlav û pirtûk. Hûn dizanin li gundan cih dûr in. Mirov zor digihêje wan deran û xewn û xeyalên zarokan gellek in. Divê mirov xewn û xeyalên zarokan pêk bînin. Bi rastî jî giyan û ruhê zarokan hunermend e. Ji hunermendan jî hunermentir in. Azad in. Siberoj di destê wan de ye.”

Xwendendekarên Kurd ên ku cara yekem e hunermendeke navdar rûbirû dibînin hem heyîrîn û şaş man hem jî gellek kêfxweş bûn.

Xwendekarê Dibistana Gundê Sersadê Fatma Ayazgok jî got: “Gellek xweş e. Em gellek ji Rojîn hez dikin. Dema me dît, em gellek heyîrîn û şaş man. Ji me re diyarî anî. Em jê re sipas dikin.”

Xwendekarê Dibistana Gundê Sersadê ya bi navê Erkan Kizman jî anî ziman: “Rojîn xanimê zarok şad kir. Ji me zarokan re diyarî anî. Em pê kêfxweş bûn.”

Xwendekarê bi navê Îbrahîm Ayazgok jî got: “Pêlavên sûper pê tê lîstin. Bi vî bi vî jî xweş tê lîstin. Xweş e ha.”

Aysel Ayazgoz diyar kir ku ew ji çîkolatayê hez dike

Yek ji mamostayê dibistanê Bariş Akdag ji bo pirtûkxaneya dibistanê çend meh berê li ser torên medyaya civakî kampanya alîkariya pirtûkan dide destpêkirin. Ku pêla kampanya wî digihêje heta hunermendan jî.

Mamostayê Dibistana Gundê Sersadê Bariş Akdag wiha axivî: “Min ev kampanya di despêka sala xwendinê ya 2016-2017yan de da destpêkirin. Ji bo vekirina pirtûkxaneyekê pirtûkên me tune bûn. Bi rêya torên medyaya civakî, me alîkariyan pirtûkan ji welatiyan xwast. Niha 500-600 pirtûkên me çêbûne. Bi taybetî ji bajarên Wan û Qeyseriyê gellek pirtûk hatin. Rojîn Xanim jî pêştir du helbestên apê min kiribûn sitran. Bi riya apê min me peywendî pê re danî. Mala wê ava be, tenê pirtûk neanî bi xwe re gellek diyarî û alîkarî jî ji xwendekaran re anî.”

Dibistana serekî û navîn a gundê Sersadê ji 173 xwendekaran pêk tê. Wekî dibistanên din ên Bakurê Kurdistanê xwendekarên vir jî bi piranî di nav bêderfetiyên de dixwînin.

Rudaw
Top