• Saturday, 06 July 2024
logo

Hunermend Iselin Shumba dixwaze serdana Kurdistanê bike

Hunermend Iselin Shumba dixwaze serdana Kurdistanê bike
Hunermend û aktrîsta bi navê Iselin Shumba dixwaze ji bo projeyeke li ser zarokên koçber, serdana Herêma Kurdistanê bike.

Iselin Shumba ji Rûdawê re ragihand: “Ji bo zarokan, bi mebesta pêkanîna projeyeke fêrkirina hunera wênekişandin û şanogeriyê, ezê di demeke nêzîk de serdana Kurdistanê bikim û ezê herim kampên ku koçber û awareyên xelkê Iraq û Sûriyê li wir dijîn.”

Herwiha Shumba destnîşan kir: “Gelek hevalên min ên kurd hene. Lewma zanyariyên min ên baş hene li ser siruşta Kurdistanê û pêkanîna vê projeyê gelek giring e. Ez bi çend kesên şareza yên wê herêmê şêwirîme û wan jî projeya min pesend kirin.

Emê bi wênekêşiyê û kurteşanoyên komediyê, dilê zarokan xweş bikin û herwiha emê wan fêrî wênekêşî û şanogeriyê jî bikin.”

Rudaw
Top