• Saturday, 06 July 2024
logo

Li Sine konferansek li ser jiyan û hunera Hesen Zîrek hat lidarxistin

Li Sine konferansek li ser jiyan û hunera Hesen Zîrek hat lidarxistin
Li Zankoya Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, konferansek li ser jiyan û hunera hunermendê navdar Hesen Zîrek hat lidarxistin.

Duh li Zankoya Kurdistanê ya bajarê Sine, konferansek bi navê “Nasîna Jiyan û Hunera Mamosta Hesen Zîrek” ji aliyê Navenda Lêkolînkirina Hunerê ya Zankoya Kurdistanê ve hat lidarxistin.

Di konferansê de, gelek vekoler û pisporên huner û mûzîka kurdî, mamostayên zankoyê û şagird û hogirên Hesen Zîrek beşdar bibûn.

Di wê civînê de behsa jiyjan û hunera Hesen Zîrek û bandora wî li ser hunera niha ya kurdî hat kirin.

Piştî ku panêl û semînar xilas bûn, komek hunermendan stranên navdar yên Hesen Zîrek gotin û kêfxweşiyek mezin dan civînê.

Hunermendê navdar Hesen Zîrek, payîza 1921 li bajarê Bokanê ji dayîk bûye, havîna sala 1971 ji ber nexweşiyê li Bokanê wefat kiriye. Tê gotin ku derdora 1000 stranên Hesen Zîrek hene.

Basnews
Top