• Saturday, 06 July 2024
logo

Leyla Ferîqî du klîban amade dike

Leyla Ferîqî du klîban amade dike
Stranbêja navdar a kurd Leyla Ferîqî ragihand, ku di demeke nêzîk de dê du klîbên din belav bike.

Stranbêj Leyla Ferîqî derbarê karên xwe yên hunerî de ji Rûdawê re got; “Straneke nîştîmanî ya li ser Kurdistanê amade ye û klîba wê amade dikim. Paşî stranekê evînî ya di albûma xwe ya nû de dikim klîb.”

Ferîqî da zanîn, ku dîmenê herdu klîban jî li Lubnanê hatine kişandin.

Leyla Ferîqî behsa wê yekê jî kir, ku karê albûma wê ya nû berbi dawiyê ve diçe û piştî 10 salan ji dûrketina karê hunerî, albûmeke nû belav dike.

Rudaw
Top