• Saturday, 06 July 2024
logo

32 fîlmên navnetewî beşdarî festîvala Qamişlo bûne

32 fîlmên navnetewî beşdarî festîvala Qamişlo bûne
Li bajarê Qamoişlo yê Rojavayê Kurdistanê, roja 17ê Nîsanê, bi serperiştiya Klûba Qamişlo ya Sînemayê yekem festîvala Sînemayê ya Qamişloyê dest pê kir.

Fistîval bi sernavê "Sînema Ayîneya Gelan û Dilê Jiyanê ye" bi beşdarbûna gelek aliyan birêve diçe.

Li gorî gotina rêveberên vê fistîvalê, wê fîlmên beşdar li hemû bajarên Cizîrê bêne pêşkêşkirin, lê destpêka wê li Qamişlo ye. Ev festîval dê 21ê Nîsanê wê bidawî bibe.

Rêveberê Festîvala Sînemayê ya Qamişlo Selam Hesen wiha got: “Ev yekemîn car e ku em bi festîvaleke sînemayî li Qamişlo radibin. Ew li bin diruşma Sînema Ayîneya Gelan û Dilê Jiyanê ye. Ev festîva dê ji 17ê Nîsanê heta 21ê Nîsanê li Qamişlo û hemû bajarên Cizîrê berdewam be."

Nêzîkî 50 fîlmên herêmî, erebî û navdewletî li vê festîvalê têne pêşandan, lê endamên rêveberiya festîvalê, tenê 32 fîlim hilbijartin. Sedema vê yekê ew bû ku mijarên wan fîlmên redkirî, ne li gorî pîvan û mercên festîvalî bûn, li gorî gotina rêveberê vê festîvalê.

Selam Hesan wiha domand: "Hejmarek ji dewletên herêmê di vê festîvalê de beşdar dibin, weke Iraq, Tirkiye, Lubnan, Misr û Mexrib. Herwiha dewletên cîhanî weke Ukrayna û dewletên Ewropî weke Amerîkaya Latînî jî wê beşdar bin. Hejmara fîlmên ku di vê festîvalê de hatine pijirandin û dê bêne pêşkêşkirin 31-32 fîlm in. 50 fîlim ji me re hatin, lê ne guncaw bûn."

Bi gotina serperiştiyarên festîvalê, fîlmê "Kumên Sipî" yê ku xelata Oscar, di sala 2017an de wergirtibû, dê bê pêşkêşkirin.

Endama Komîteya Amadekirina Festîvalê Neda Îbrahîm jî got: “Fîlmên navdewletî jî di vê festîvalê de başdar in. Ne weke hatiye ragihandin ku ev festîvaleke xwecihî ye. Wate, beşdarbûneke navdewletî û herêmî heye. Hejmarek ji dewletên erebî jî tê de beşdar in. Kurtefîlm û belgefilm jî wê di rojên festîvalê de bêne pêşkêşkirin. "

Di herdu salên borî de, hejmarek ji festîvalên hunerî û rewşenbîrî li bajarê Qamişlo hatin birêvebirin, di nav wan de festîvala kurteçîrokê ya sêyem a ku di Hezîrana borî de hate pêşkêşkirin.

Rudaw
Top