• Saturday, 06 July 2024
logo

Ednan Kerîm alîkariya kesên bi peceşêrê ketine dike

Ednan Kerîm alîkariya kesên bi peceşêrê ketine dike
Hunermendê navdar Ednan Kerîm bi armanca alîkariya kesên ku, bi nexweşiya penceşêrê ketine zincîrek konsert li bajarên Herêma Kurdistanê li dardixe.

Biryare sibe roja Şemiyê 15.04.2017 Hunermendê navdar Ednan Kerîm bi hevkariya grûpek mûzîk demijmêr 6ê êvarî li hola şehîd Seid Ebdula konsertekê li darbixe, Hunermed Ednan Kerîm li rûpela xwe ya Facebookê belav kiribû ku, dahatên wê konsertê pêşkêşî kesên ku, rastî nexweşiya penceşêrê bûne dike yên ku, li nexweşxaneya Nanekelî li bajarê Hewlêrê de ne.

Herwiha biryare roja Duşema bê jî 17.04.2107 li hola Telarî huner li bajarê Silêmaniyê ew hunermed konserteke din li darbixe û dahatên wê jî bo allîkariya nexweşan e.

Ednan Kerîm hunermendekî Kurd ê navdare, gelek video kilîpên wî hene, herwiha albomê stiranan û herî zêde berhemê wî têne firotin.


basnews
Top