• Saturday, 06 July 2024
logo

Tenê 3 kesan fîlma wî temaşe kir

Tenê 3 kesan fîlma wî temaşe kir
Fîlma “Man Down” ku aktorê amerîkî Shia LaBeouf jî têde dilîze, di nav hefteyekê de tenê ji aliyê 3 kesan ve hate temaşekirin.

Shia LaBeouf bi fîlmên “Indiana Jones” û “Transformers” navdar bû û fîlma wî ya dawîn “Man Down” hefteya borî li Brîtanyayê derket pêşberî temaşevanan.

Di fîlma “Man Down”ê de tevî Shia LaBeouf, aktor û aktrîsên weke Kate Mara, Jai Courtney, Gary Oldman jî dilîzin û herwiha ji bo vê fîlmê di nav heteyekê de tenê 3 bilêt hatine firotin.

Sedema biserneketina fîlmê jî, weke belavbûna fîlmê ya li ser platforma dijîtal diyar dikin.

Di fîlma “Man Down”ê de jiyana zilamekî ku piştî Şerê Iraqê vedigere mala xwe, bûye mijar.

Derhênerê fîlmê Dito Montiel e.

Rudaw
Top