Derhênerê navdarê Fransî fîlmek din li ser Pêşmerge çêdike
![Derhênerê navdarê Fransî fîlmek din li ser Pêşmerge çêdike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/b61624294e91ebc0ffb67a8050b78416_L.jpg )
Derhênerê bi nav û deng yê Frasnî di fîlmekî nû de derbarê şerê Mûsilê de dibêje, heger Pêşmerge nebûya, efsaneya DAIŞê nedihat şikandin û aramiya cîhanê jî nedihat parastin.
Levy berê jî fîlmek bi navê “Pêşmerge” li ser rola Pêşmerge di şerê li dijê DAIŞê de çêkiribû û wê fîlmê çendîn xelatên navdewletî wergirtibû.
Lê vê carê fîlmekî li ser rola Pêşmerge di operasyona Mûsilê de çêdike.
Di operasyona Mûsilê, Pêşmerge rolek girîng lîst û rêya artêşa Iraqê vekir da ku bikaribe derbasî nav Mûsilê bibe.
Basnews