• Saturday, 06 July 2024
logo

Derhênerê navdarê Fransî fîlmek din li ser Pêşmerge çêdike

Derhênerê navdarê Fransî fîlmek din li ser Pêşmerge çêdike
Derhêner û nivîskarê Fransî Bernard Henri Levy fîlmek din li ser şerê Pêşmerge li hember DAIŞê çêdike.

Derhênerê bi nav û deng yê Frasnî di fîlmekî nû de derbarê şerê Mûsilê de dibêje, heger Pêşmerge nebûya, efsaneya DAIŞê nedihat şikandin û aramiya cîhanê jî nedihat parastin.

Levy berê jî fîlmek bi navê “Pêşmerge” li ser rola Pêşmerge di şerê li dijê DAIŞê de çêkiribû û wê fîlmê çendîn xelatên navdewletî wergirtibû.

Lê vê carê fîlmekî li ser rola Pêşmerge di operasyona Mûsilê de çêdike.

Di operasyona Mûsilê, Pêşmerge rolek girîng lîst û rêya artêşa Iraqê vekir da ku bikaribe derbasî nav Mûsilê bibe.

Basnews
Top