• Sunday, 28 July 2024
logo

Hunermend Mistefa Rencero koça dawî kir

Hunermend Mistefa Rencero koça dawî kir
Hunermend û mûzîkjenê navdar ê Hewlêrê Mistefa Rencero îro danê sibê 27-03-2017 ji ber nexweşiya gurçikê koça dawî kir.

Hevalê hunermend Rencero, Seyîd Ehmed Rewanduzî ji Rûdawê re ragihand; “Mistefa Rencero nexweşê gurçikê bû. Demekê li Misirê çareseriya pizîşkî dît û vegeriya Kurdistanê. Rencero ji ber vê nexweşiyê xwatir ji me xwest û jiyana xwe ji dest da.”

Rewanduzî got; “Mistefa Rencero di salên 1980an de dest bi karê hunerê û mûzîkjeniyê kiriye. Wî demekê dirêj mûzîkjeniya hunermend Ziyad Eshed kiriye.”

Mistefa Rencero di heman demê de xwendekarê qonaxa 3 ya Koleja Hunerên Ciwan ê Hewlêrê û fermanberê Rêveberiya Kelepûra Kurd bû.

Rencero weke hunermend li seranserê Kurdistanê beşdarî gelek çalakiyên hunerî bûye.

Rudaw
Top