• Saturday, 06 July 2024
logo

Komsay straneke dîrokî tomar dike

Komsay straneke dîrokî tomar dike
Keça hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Komsay, piştî 4 salên bêdengiyê amadekariyên belavkirina albûmeke nû dike.

Hunermenda kurd Komsay ji Rûdawê re ragihand; “Ji ber berhema xwe ya nû ez bê deng bûm. Min xwest berhemeke ciwan û ciyawaz amade bikim. Niha albûma min a nû amade ye û stranên vê albûmê ji ya din gelek cudatir e.”

Komsay bi stranên dîlan û evîndariyê tê naskirin. Lê ew diyar dike ku vê care guhertin di berhemên xwe de kirine.

Di vê derbarê de jî Komsay dibêje; “Min straneke dîrokî tomar kiriye û di nav albûma min a nû de ye. dîroka vê stranê 3 hezar sal e. Li gorî pêzanînên min heta niha nehatiye gotin. Lewma min biryar daye klîbeke baş jê re amade bikim. Niha em amadekariyan dikin li Ermenîstanê bi grûbeke 100 kesî klîba vê stranê çêbikin.”


Rudaw
Top