• Saturday, 06 July 2024
logo

Hollywood şerên YPGê dike fîlm

Hollywood şerên YPGê dike fîlm
Çîroka welatiyên Amerîkayê yên ku li Rojavayê Kurdistanê li gel YPGê, li dijî DAIŞê şer dikirin, dibe fîlm.

Jiyana welatiyên Amerîkayê yên ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê çûne Rojava û tevli Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûne, dibe fîlm.

Derhênerê fîlmê Daniel Espinosa û di rola sereke de jî aktorê Amerîkî Jake Gyllenhaal dê bilîze.

Li gor nûçeya Hollywood Reporterê, nivîsa “Anarşîst û DAIŞ” a Seth Harp ji bo senaryoya fîlmê dê bibe alîkar û çîrokeke rasteqîn dê were nivîsandin.

Çêkerê fîlmê Riva Marker, li ser projeyê wiha axivî:

“Bi taybetî van rojên ku bi dinyayê re pêwendiyên me kêmtir bûne, mijarên ku mirov li nasnavên xwe digere, bêtir bala me dikişîne. Çîroka Seth, di rewşên herî giran de, devjêberdana her tiştên naskirî ye.”

Li ser destpêka kişandina filmê, hêj zanyarî nehatiye dayîn.

Rudaw
Top