• Sunday, 28 July 2024
logo

Hunermendê navdarê kurd Hozan Dilgeş wefat kir

Hunermendê navdarê kurd Hozan Dilgeş wefat kir
Hunermendê navdarê kurd Hozan Dilgeş di temenê 65 salî de û ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Hozan Dilgeş ku ev demek bû nexweşiya şekir girtibû û ji ber nexweşiyê her du lingên wî di ser çokê re hatibûn jêkirin, duh li Almanyayê wefat kir.

Hozan Dilgeş hunermendekî naskirî bû û bi stranên xwe yên şoreşgerî xizmeta gel û welatê xwe kir û gelekî dihat hezkirin.

Hozan Dilgeş ji salên 1970an ve wek pênaber li Almanya dijiya.

Hozan Dilgeş kî ye?

Hozan Dilgeş di sala 1952 de ji malbateke êzîdî li gundê Fisqînê yê navçeya Nisêbînê ji dayik bûye.

Dilgeş di sala 1975an de bi awayekî profesyonelî dest bi xebata muzîkê dike û di sala 1978an de yekem albuma xwe ya bi navê “Ma qey bindestî para me ye” derdixe. Dilgeş di 15ê Kanûna 1979an de ji welêt derdikeve û diçe Almanyayê. Dilgeş 8 album derxistine.

Basnews
Top