• Saturday, 06 July 2024
logo

Romana 3Gav û 3 darek bi erebî belav bû

Romana 3Gav û 3 darek bi erebî belav bû
Romana 3Gav û 3darek, ya nivîskar Jan Dost a sala 2007an çapa wê ya yekem li Stenbolê ji nav weşanên Avesta derketiye, bi erebî li Bêrûdê derket.

Weşanxaneya Dar Al Saqî ragihand ku roman bi wergera xwe ya erebî derket û wê nêzîk li pêşangeha paytexa Erebistana Siûdî be.

Bi vî awayî her çar romanên Jan dost ên ku bi kurdî nivîsî bûn, Mijabad, 3Gav û 3darek, Mîrname û Martînê Bextewer jî hatine weşandin.

Hêjayî gotinê ye ku soraniya 3Gav û 3darek berî demekê li bajarê Silêmaniyê ji nav weşanên Xezelnûs belav bibû.

Nivîskarê heftenameya Basê Jan Dost ragihand ku romana Kobanî jî wê nêzîk bi erebî ji nav weşanên Al Saqî ku ji mezintirîn weşanxaneyên erebî ye çap bibe.

Basnews
Top