• Saturday, 06 July 2024
logo

Stranbêja Libnanî bertek li şeveklûpan da

Stranbêja Libnanî bertek li şeveklûpan da
Stranbêja Libnanî Reem El Sharif ragihand, li klûpên şevan, li gor wê xwendina stranan ne rast e.

Reem El Sharif ji Rûdawê re diyar kir, ew li ser strana xwe ya qala jineke ku bêriya hezkiriyê xwe yê berê kiriye, dixebite.

Sharif destnîşan kir, strana wê niha di radeya studyoyê de ye û meha bê strana wê dê derkeve pêşberî muzîkhezan.

Reem El Sharif li ser dîmenên konserên wê yên li Kuweyt û welatên din ên ereban jî wiha got:

“Du çalakiyên ji hev cuda hene. Dawet çalakiyeke taybet e û ez gelek caran beşdar bûm. Lê min qet li klûpên şevan stran negotin û li wan deran gotina stranan rast nabînim.”

Rudaw
Top