• Saturday, 06 July 2024
logo

Rojhilat – Li Ormiyê şanoya Dewrêşê Evdî tê lîstin

Rojhilat – Li Ormiyê şanoya Dewrêşê Evdî tê lîstin
Li bajarê Ormiyê yê Kurdistana Rojhilat, şanoya “Derwêşê Evdî” tê nîşandan. Şano dê hefteyekê li ser dikê bê lîstin.

Li gorî agahiyên BasNewsê, ji sibê ve şanoya “Dewrêşê Evdî” li bajarê Ormiyê tê lîstin.

Şanoya han dê hefteyekê li ser dikê û bi kurdî (kurmancî) bê lîstin û ev çend roj in bilîtên wê tên firotin.

Şanoya “Dewrêşê Evdî” ji aliyê derhênerê kurd Resûl Bangî ve hatiye nivîsandin û derhênertiya wê jî dê ji aliyê wî ve were kirin.

Lîstikvanên şanoya “Dewrêşê Evdî” ev in: Elî Bangîn, Şebnem Yûsifî, Ceifer Pakniya, Kêyhan Husênî, Mecîd Dervîşzade

Mûzîka wê jî ji aliyê Riza Hinare ve hatiye çêkirin.



Çîroka Dewrêşê Evdî:

Derwêşê Evdî destaneke kurdî ye. Li gor ku ji dengbêj û lêkolînerên dîrokê tê zanîn, Derwêşê Evdî di sedsala 18an de li herêma Wêranşarê jiyaye û berxwedaneke mezin li dijî Dewleta Osmanî û eşîrên Ereban nîşan dayê. Wê demê Temir Paşayê Milî di sala 1780î de dibê serokê eşîrên kurd ê kîkan, milan û eşîrên êzdiyan li Beriya Wêranşarê û Derwêşê Evdî jî ji bêr jîrekiya xwe dibê serleşkerê Temir Paşayê Milî. Di şerekî sala 1790î di navbera eşîrên Temir Paşayê Milî û Osmanîyên û eşîrên Ereban de Derwêşê Evdî tê kujtin.

Wekî din evîna Derwêşê Evdî, ku bi eslê xwe kurdê êzdî bû û Edûlê ku bi eslê xwe kurdeka misilman bû di nava civaka kurd de tê naskirin. Di nav kurdên de gelek stran û çîrok bi awayên cûda li ser Derwêşê Evdî hatine gotin.

Basnews
Top