• Sunday, 28 July 2024
logo

Qedexe danîne ser Sîrînê

Gulan Media February 28, 2017 Hunerî
Qedexe danîne ser Sîrînê
Stranbêj û aktrîsta navadar a lûbnanî Sîrîn Ebdullah di van deman de pir mijûl e. Rêveberê karên wê Ferîd dide zanîn, ku Sîrîn niha karê tomarkirina dîmenên zincîre dramayekê dike û ev film dê di remezanê de di kanalên erebî de derbikeve.

Rêveberê karên Sirînê, ku di heman demê de hevjînê wê ye ji Rûdawê re ragihand; “Sîrîn rojane 10 heta 14 demjimêran karê tomarkirina dîmenên xelekên dramayê ve mijûl e.”

Ferîd herwiha got; “Şîrketa, ku karê berhemanîna vê filmê dike, derketina Sîrîn qedexe kiriye. Sîrîn niha nikare di ti medyayan de derbikeve û biaxive.”

Li gorî gotina Ferîd şîrket dixwaze hezkirinên Sîrînê bixe nav meraqê da ku fîlma wê baştir bê temaşekirin.

Rudaw
Top