• Saturday, 06 July 2024
logo

Xelatên Oscarê hatin parvekirin

Gulan Media February 27, 2017 Hunerî
Xelatên Oscarê hatin parvekirin
Li Los Angeles-Calîforniyaya Amerîkayê rêwresma 89emîn xula parvekirina Xelatên Oscarê birêve çû.

Di rêwresma îsal a Oscarê de fîlma bi navê “Moonlight” (Roniya Heyvê) xelata fîlma herî baş wergirt. Di dema rêwresmê de li hember Serokê Amerîkayê Donald Trump protesto hebûn.

Xelata baştirîn lîstikvanê zilam ê cîgir Mahershala Ali wergirt û bû yekemîn aktêrê misliman, ku vê xelatê distîne.

Di beşa fîlma herî baş a bi zimanê biyanî de derhênerê Îranî Esxer Ferhadî bi fîlma bi navê Firoşkar (The Salesman) xelat bidest xist. Lê Ferhadî ji ber biryara qedexeya vîzeya ser Îran û 6 welatên din ên misliman beşdarî rêwresmê nebû.

Xelatên din ên hatine parvekirin wiha ne:

Xelata xanima aktêra yarîdeder anku cîgir a herî baş bi fîlma Fences, Viola Davis bidestxist.

Xelata baştirîn lîstikvanê zilam ê cîgir Mahershala Ali ya fîlma MoonLighit

Xelata tevlîkirina deng bo nav fîlmê ya herî baş fîlma Hacksaw Ridge

Xelata çêkirina den ji bo fîlma Arrival

Xelata fîlma dokûmanterî ya herî baş ji bo fîlma O.J.: Made In America

Xelata dîzayna cilûbergên herî baş bo fîlma Fantastic Beastis and Where to Find Them

Xelata makyaj û stîla herî baş bo fîlma Suicide Squad

Xelata fîlma herî baş a bi zimanê biyanî Esxer Ferhadî bo fîlma Firoşkar (The Salesman)

Xelata kurtefîlma anîmasyon a herî baş bo fîlma Piper

Xelata fîlma anîmasyon a dirêj a herî baş bo fîlma Zootopia

Xelata sînematografiya herî baş bo fîlma La La Land

Xelata fîlma kurt a dokûmantarî ya herî baş bo fîlma The White Helmetis

Xelata montaj ji bo fîlma Hacksaw Ridge

Xelata mûzîk ji bo fîlma La La Land

Xelata kurte fîlma herî baş bo fîlma Sing

Xelata strana herî baş ji bo fîlma La La Land

Xelata senaryoya herî baş bo fîlma Manchester Biy The Sea

Xelata senaryoya wergerkirî ya herî baş ji bo fîlma Moonlighit

Xelata derhêneriya herî baş bo fîlma La La Land

Xelata produksiyon û dîzayna fîlma herî baş bo fîlma La La Land

Xelata aktorê herî baş ê zilam bo Casey Afifleck

rudaw
Top