• Saturday, 06 July 2024
logo

Dilniya Rezazî: Malbata min ji hunera min bi nirxtir e

Gulan Media February 24, 2017 Hunerî
Dilniya Rezazî: Malbata min ji hunera min bi nirxtir e
Hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Dilniya Rezazî dibêje, di jiyana wê ya hunerî de malbata wê piştgiriyeke mezin daye wê.

Dilniya Rezazî ji ber mirina diya xwe demeke dirêj, navber dabû hunerê . Rezazî dibêje: “Nêzî deh salan, min navber da muzîkê, çimku min diya xwe winda kiribû. Mirina diya min ez gelek xemgîn kirim.”

Rezazî li paytexta Swêdê ya bajarê Stockholmê bersiv da pirsên Rûdawê.

Hefteya borî klîpa we ya nû hate weşandin. Klîp li ku û çi wext hate kişandin?

Klîpa min cara yekem ji aliyê Rûdawê ve hate belavkirin. Niha jî ez li ser straneke nû dixebitim. Em dê ji bo vê strana min jî klîp bikişînin. Awaza strana min a bi navê “Ke Şew Dadêt (Ku Şev Tê)” ayîdî Muhsin Hesenpûr e, muzîka wê jî ayîdî Ferhad Hesenpûre û Pidramî Şehrayî ye.

Di neqandina awazan de we zehmetî kişand?

Min li gelek awazan mêze kir, lê kêfa min li “Ke Şew Dadêt” hat. Di xwendina pêşî de min hîs kir ku hemû hestên min dide xuyakirin. Ji ber vê awaza xweş, spasiyên xwe pêşkêşî Muhsin Hesenpûre dikim. Min jê re got ez dixwazim vê stranê bixwînim, wî jî qebûl kir.






Gelo senaryoya klîbê, we amade kir ?


Piştî ku me stran li studyoyê xwend û me temam kir, me dest bi xebata senaryoyê kir. Min xwest klîb, hinekî ciyawaz be. Ez ji piçûktaniya xwe ve li Ewrûpayê dijîm. Ji ber vê yekê min xwest nêrîneke din bînim.


Ji xeynî zaravayê soranî, gelo hûn difikirin ku bi zaravayeke din jî stranan bêjin?


Bi rastî ez dixwazim bi hemû zaravayên kurdî stranan bêjim. Ji bo vêya jî divê hinekî bixebitim. Ez ji xwendina kurdî hez dikim.


We demeke dirêj navber da muzîkê, çima?


Di navbera 2005 û 2015an, min tenê 2 klîp kişandin. Nêzî 10 salan, min navber da muzîkê, çimku diya min wefat kiribû. Vê ez pir xemgîn kirim. Ez zewicî me û keçikeke min a 3.5 salî heye. Ez hemû wextê xwe pê re derbas dikim. Muzîk ji bo min giring e, lê malbat giringtir e.


Hûn keça hunermend Nasir Rezazî ne. Gelo bavê we piştgirî dide xebatên we yên hunerî?


Bavê min û diya min piştgiriyeke mezin dan hunera min. Gava pêwîst dibû alîkariya min dikir. Min jê re got pêwîstiya min bi awazeke kurmancî heye. Wî jî ji bo min awazek amade kir. Di rojên pêş de ji bo vê awayê ez dê dest bi xebatên studyoyê bikim.






Hûn dê klîba vê stranê li ku bikişînin?


Ez dixwazim li Kurdistanê bikişînim.


Hûn di heman demê de keçxaltiya Leyla Ferîqî ne. Gelo hûn difikirin ku bi hev re bixebitin?


Leyla di van demên dawî de albûmeke derxist. Ez ji Leyla hez dikim û bi xebata bi wê re ez dê kêfxweş bibim. Ji niha ve ji bo wê serkeftinê dixwazim.


Gelo hûn dê vegerin Herêma Kurdistanê?


Niha ji bo demeke nêz, plana min a vegerê tine ye. Lê ji bo konserê ez dê werim.


Hûn weke dayîkekê, gelo difikirin ku ji bo zarokan jî stranan bixwînin?


Ez bi dengê diya xwe mezin bûm. Niha jî keça min Lona bi dengê min mezin dibe. Ji wê re stranan dibêjim. Ez pir dixwazim ji bo zarokên Kurdistanê jî stranan bixwînim.

Rudaw
Top