• Saturday, 27 April 2024
logo

HPGê nasnameya 3 gerîlayan ragihand

HPGê nasnameya 3 gerîlayan ragihand

HPGê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir ku li Botanê di êrişa artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKê ye daxuyaniyek belav kir û nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir.

Şerê li Botanê

Li gor daxuyaniya HPGê, Adara 2017an li herêma Botan a Bakurê Kurdistanê artêşa Tirkiyê êrişek biribû ser hêzên wan.

HPGê ragihand ku di wê êrişa artêşa Tirkiyê de 3 gerîlayên ku “bi fedakariyeke mezin têdikoşiyan, şehîd bûne.”

Nasnameya gerîlayan:

Îsmaîl Saîdî bi nasnav Rênas Mahabad ji Kotolê (Rojhilatê Kurdistanê)
Alî Erdal bi nasnav Koçer Baran ji Şirnexê
Reşat Ozmen bi nasnav Rustem Cûdî ji Erziromê
HPG di daxuyaniya xwe de tekeziyê li ser girîngiya rol û xebata wan gerîlayan dike û sersaxiyê ji malbat û gelê Kurdistanê re dixwaze.

 

Rudaw

Top