• Sunday, 28 July 2024
logo

Stêrka libnanî: Dibe ku straneke kurdî bibêjim

Gulan Media February 20, 2017 Hunerî
Stêrka libnanî: Dibe ku straneke kurdî bibêjim
Stranbêja navdar a libnanî Rola Seîd diyar kir ku ew dixwaze careke din jî serdana Herêma Kurdistanê bike û got, ew amadeye straneke kurdî bibêje.

Stêrka libnanî Rola Seîd ji Rûdawê re ragihand navê Kurd û Kurdistanê li herêmê cihê şanaziyê ye û got, ew amadeye straneke kurdî jî bibêje.

Rola Seîd diyar kir ku ew dixwaze carake din jî bê Herêma Kurdistanê û wiha domand: “Ez gelek ji Kurdan hez dikim. Ez wan radimûsim. Ez bi rêya Rûdawê slavên xwe ji hemû gelê Kurdistanê re dişînim.”

Derbarê gotegotên di ser salê de ji konsera li Silêmaniyê li dar xistî gelek pere qezenc kirine wiha got: “Pere min ji konsera Silêmaniyê standî gelek ji pereyên konserên ez li Beyrûtê didim kêmtir bû.”

Bi gotina Seîd wî di zarokatiya xwe de jiyaneke zor û zehmet derbar kiriye û wiha pê de çû:

“Zarokatiya min gelek zehmet bû. Min jiyanake pir xirab derbas kir. Heta ez gihîştim gelek tişt bi ser min de borîn. Li hemberî min gelek neheqî hatine kirin. Bila Xwedê wan efû bike.”

Stranbêja libnanî wiha pirsa “çima tu nazewicî” wiha bersivand:

“Bila kesekî baş bê ezê bizewicim. Hê jî nebûye qismet. Bi min temenê min jî ji bo zewacê guncav e. Ez li bendê me ku kesekî baş û li gorî xwe nas bikim. Zewac ne hêsan e. Mercên min zêde giran nîne. Lê divê kesekî hez min bike û ji hunera min fêm bike be. Herwiha divê rêzê ji min bigire û ez jî pê bawer bim.”

Rudaw
Top