• Saturday, 06 July 2024
logo

Sînemakara navdar ya Misrî: Eger ji min bipirsin te li Kurdistanê çi dît, ezê bêjim ez du rojan li behiştê bûm!

Gulan Media February 16, 2017 Hunerî
Sînemakara navdar ya Misrî: Eger ji min bipirsin te li Kurdistanê çi dît, ezê bêjim ez du rojan li behiştê bûm!
Hunermend û sînemakara navdar a Misrî, Şîrîn dibêje, eger ji min bipirsên te li Kurdistanê çi dît, ezê bêjim ez du rojan li behiştê bûm!

Çend roj berê sînemakara navdar a Misrî, Şîrîn ji bona festîvala sînemaya dijî terorê hatibû Kurdistanê. Di wê navberê de edîtorê giştî yê Heftenameya Bas, Berhem Elî pê re hevpeyvînek kiribû.

Şîrîn, ku navê wê yê rastî Eşgan Ebdulwehaba e, gelekî pesnê kurdan, hunera kurdî û Kurdistanê dide û dibêje, dema ez vegeriyam Misrê û ji min pirsîn te li Kurdistanê çi dît, ezê bêjim ez du rojan li behiştê bûm.

Ew sînemakara Misrî her wiha amadehiya xwe nîşan dide ku di fîlmeke Kurdî-Misrî de jî bilîze.

Şîrîn di bersiva vê pirsê de ku “beriya tu serdana Kurdistanê bikî te li ser kurd û Kurdistanê çi dizanî” jî dibêje, helbet min navê Kurdistanê bihîstibû lê min qet zimanê kurdî û axaftina kurdî nebihîstibû. Jixwe dema min di festîvalê de axaftina kurdî bihîst min wisa hizir kir ku gelekî zehmet e, ji ber wê jî ez tenê “xoş” û “zor spas” fêr bûme! Min cara yekemîn sala 1981 kurd li Bexdayê dîtin. Wê çaxê me fîlmek dikişand, çend hevkarên me yên kurd hebûn. Gelekî bi edeb bûn, rûçkê wan jî bi yên din re ferq dikir. Min ji yekê pirsî; Tu ne vir î, ne wisa? Got, nexêr ez kurd im. Min jê pirsî tu xelkê ku yî? Got ez xelkê Kurdistanê me. Ez bi awan re gelekî asûde bûm…

Wê hunermenda ereb li ser serxwebûna Kurdistanê jî gotiye, 5 sal berê komek rojnamevanên kurd serdana Qahîrê kiribû, behsa serxwebûna Kurdistanê dikirin. Wê çaxê min ji wan re dua kir û got, eger arizûya we bicîh hat ezê serdana Kurdistanê bikim. Hûn dibînin ku ez va hatime Kurdistanê.



Basnews
Top