• Saturday, 06 July 2024
logo

Hunermendekî Kurd xelata baştirîn mûzîka cîhanê stand

Gulan Media February 13, 2017 Hunerî
Hunermendekî Kurd xelata baştirîn mûzîka cîhanê stand
Hunermendekî kurd xelata baştirîn mûzîka cîhanê ya bi navê “Grammy” stand.

Duh bi şev li bajarê Los Angles li eyaleta Kalîforniya ya Amerîka, 59emîn merasima dayîna xelata “Grammy”, ku xelata baştirîn mûzîka cîhanê ye û bi “Oskara Mûzîkê” jî tê zanîn, hat lidar xistin.

Hunermenda navdar Adele, di pence beşan de namzeda xelata Grammy bû, di hemiyan de jî stand. Bi vî rengî hejmara xelatên Grammy yên Adele bû 15.

Di beşa pêşbirka komên mûzîkê de jî koma “Silk Road” (Rêya Hevrîşim) bû xwedana xelata Grammy.

Koma Silk Road ji ber alboma bi navê “Sing Me Home” xelat stand. Hunermendê navdarê kurd Keyhan Kelhor jî endamê wê komê ye û di komê de li kemançê dixe.

Keyhan Kelhor bi rêya rûpela xwe ya twîtterê, standina xelata Grammy piştrast kir. Lê nehat zanîn ka Kelhor tevlî merasima xelatê bûye yan na.

Keyhan Kelhor sala 1963 li bajarê Kirmaşanê yê Kurdistana Rojhilat ji dayîk bûye. Kelhor bi gelek hunermendên navdar yên kurd, îranî û cîhanî re kar kiriye.

Basnews
Top