• Saturday, 06 July 2024
logo

Festîvala Berlinale – Fîlmek li ser jiyana penaberekî sûrî beşdar e

Gulan Media February 10, 2017 Hunerî
Festîvala Berlinale – Fîlmek li ser jiyana penaberekî sûrî beşdar e
Şêst û heftemîn festîvala navdewletî ya fîlman a Berlinale roja pênşemiyê 9ê Sibata 2017ê dest pê kir û dê heta 19 vê mehê berdewam bike.

Jiyana penaberekî Sûriyê li Fînlanda, yek ji wan fîlman e ku di festîvalê de beşdar bûye.

Îsal festîvala Berlinaleyê bi fîlmeke li ser jiyana muzîkjenekî qereçî bi navê Dîcanko hate vekirin, ew weke afrênerê muzîka Jaz a Qereçiyan tê naskirin.

Dî Cango Raynhart, qereçeke xelkê Romanya bû ku di sala 1910 de ji dayîk bûbû, di 43 saliya xwe de wefat kiribû û bêhtirî 100 berhemên stran û muzîkê yên ku li cîhanê deng dane, çêkirine.

Xelata Berilane, Hirçê Zêrîn e, ku xelkêAlman jê re dibêjin Goldener Bêr. Ew xelat sembola festîvala Berlînê ye. Ji sala 1951 ve ew xelat tê dayîn.

Rudaw
Top