• Sunday, 28 July 2024
logo

Rêzefîlma Darîn di demekê nêz de dest pê dike

Gulan Media February 8, 2017 Hunerî
Rêzefîlma Darîn di demekê nêz de dest pê dike
Bêjera navdar a keşûhewayê ya Libnanê Darîn Şahîn ku di heman demê de aktirîst e, niha ji bo rêzefîlmekê amadekariyê dike.

Aktirîst Darîn Şahîn yek ji bejara herî seksî ya keşûhewaya welatên erebî tê qebûlkirin, herwiha bi dîmenên xwe yên li ser medyaya civakî tê belavkirin jî nav daye.

Darîn Şahîn 5 sal in di rêzefilman de dilehîze vê carê di rêzefîlmekê li ser kanala MTVê ya libnanî de were weşandin de rola sereke wergirtiye.

Şahîn ji Rûdawê re wiha got: “Di demekê nêzîkd em dê dest bi tomarkirina dîmenên rêzefîlmekê bikin. Rêzefîlm dê li ser kanala libnanî MTVê de were weşandin.”

Xanima aktrîst diyar kir; “Dramaya me behsa hezkirina du kesan dike, ku nizanin ka dê di paşerojê de çi rû bide. Ji ber ku di navbera malbatên heskiriyan de gelek nakokî hene.”

Derbarê jiyana xwe ya taybet de jî got: “Ez û hevjînê xwe, em wekî du hevalan in. Gelek caran di dema ez xew de me dîmenên min tomar dike û li ser medyaya civakî belav dike.”

rudaw
Top