• Saturday, 06 July 2024
logo

Yûsra Mehnûş: Dikarim alîkariyê bidim hunermendên kurd

Gulan Media February 5, 2017 Hunerî
Yûsra Mehnûş: Dikarim alîkariyê bidim hunermendên kurd
Xanima hunermenda tûnûsî Yûsra Mehnûş heta niha 6 caran serdana Başûrê Kurdistanê kiriye. Ew dibêje, pêwîstî dibîne sale herî kêm carekî serdana Kurdistanê bike.

Yûsra Mehnûş di sala 1987ê de ji dayik bûye û di sala 2007ê de başdarî werzê çaremîn a Super Star bû û bû sêyemîn. Paşî di sala 2012ê de beşdarê bernameya The Voice bû û di vê pêşbirkê dejî duyemîn derket. Yûsra xwediyê çandîn stran û sîngil e.

Yûsrayê yekemîn strana xwe di sala 2013ê de tomar kir û vê strana wê gelek deng veda. Li Kurdistanê jî bi strana “Şemmamê” navûdengê xwe belav kir û di serdana xwe ya dawî ya Hewlêrê de ji Rûdawê re axivî.

Zû bi zû serdana Kurdistanê dikî, çawa ye?

Ev şeşemîn car e têm Kurdistanê. Cihê Kurdistanê di dilê min de taybet e. Hêviya aramî, silametî, aştî û jiyana xweş li Kuridstanê dikim. Divê sale herî kêm carekî serdana Kurdistanê bikim.

Te du stranên kurdî gotin, niyeta te heye, ku stranên din jî bêjî?

Birastî jî ez pir hez ji stranên kurdî dikim. Çimkî tam û çêjekî taybet ê stranên kurdî heye. Beriya niha jî min stranên “Şemamê” û “Kurdistan” gotibû û gelek hatine heskirin. Niha di konser û ahengan de jî xelk dixwaze ez stanên kurdî bêjim, ku ew bixwe jî kurdî nizanin. Ez bi rêya Rûdawê daxwazê ji helbestvan û awazçêkerên kurd dikim, ji bo min tekkstê ciwan bişînin da ku di albûma xwe de bixwînim. Ez ji dil dixwazim stranên kurdî bêjim.

Weke tê dîtin unermendê iraqî Kazim Seher gelek hevkariya te dike. Ji wî fêrê çi bûyî? Bandora Kazim Seher li ser te çi ye?

Di destpêkê de silav û rêzên xwe ji “Padişahê stranên erebî” Kazim Seher re dişînim. Ew herdem piştgir û hevkarê min bûye. Ji bo min serbilindiye ku ligel hunermendkî weke wî mezin kar dikim. Çimkî wî di demakê pir hestiyar a jiyana min a hunerî de destê min girt. Heta niha jî pêwendiyên me pir baş in û derbarê karên xwe yên hunerî de nêrînên wî werdigrim. Di konsera min a dawiyê ya li Tûnisê de jî me bi hevre stran gotin û vê konserê deng veda. Di destpêka bernameya behremendan de jî Kazim Seher pir ji dengê min bawer bû. Niha jî naza min ligel wî derbas dibe.

Pêwendiyên te ligel hunermedên kurd heye? Hunera kurdî nas dikî?

Xwezî pêwendiyên min ên bi hêz ligel hunermendên kurd heba. Lê mixabin ti pêwendiyeke raste rast nîne. Di bernameya The Voice de min dengê çend beşdarên kurd guhdr kir. Bi rastî dengê wan xweş bû. Kîjan hunermendê kurd bixwaze dikarim alîkarî bidim. Pêwîstiya kîjan hunermendê kurd bi piştgirî û alîkariya min hebe dikarê bêyî dudilî alîkar bim.

Biryar bû ligel hunermendê kurd Helkeft Zahir karekî hevbeş bikin. Çawa bû, ev kar gihişte kîjan astê?

Rast e, niyeta me hebû em karekî hevbeş bikin. Helkef Zahir awazdêner û hunermendek zîrek e û hez ji dengê min dike. Lê ji ber geşt û koseran dema me nebû em karê xwe bikin. Lê bi hêviya xwedê dê karê me yê hevbeş hebe.

Ti proje û bernameyên te yên nû hene?

Albûmekê amade dikim. Birastî divêya zûtir derbiketa lê em dereng man. Sedemên vê yekê hene. ji bo albûmê karekî pir pêwîst e û divê bi hestiyarî stranên xwe hilbijêrim. Bi taybet dema hunermendek dixwaze bi çend zimanan stranan bêje û alîgirên xwe razî bike divê pir hişyar be. Lewma albûma min dereng ma. Lê di demekê nêzîk de dê albûma min amade be. Ligel vê yekê de jî em amadekariya klîban dikin.

Rudaw
Top