• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji bo kolberan straneke rap

Gulan Media February 5, 2017 Hunerî
Ji bo kolberan straneke rap
Rapbêjê ji Rojhilatê Kurdistanê Zanyar ji bo kolberan straneke rap amade kir û pêşkeşî kolberên bûne qurbanî kir.

Rapbêj Zanyar heta niha bi dehan stranên rap gotine û rapa wî ya dawiyê jî li ser kolberên kurd e.

Hêjayê gotinê ye, ku rapa Zanyar yekemîn car di Rûdawê de digihe guhdar û temaşevanan.

Hefteya derbasbûyî li ser sînorê Serdeşt û Qeladizê ya Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi dehan kolber ketin bin aşûtê û di encamê de 5 kolberan jiyana xwe jidest dan.

Vê bûyerê di medya Îran û Rojhilatê Kurdistanê de dengek mezin veda û ji bo kolberan bi dehan kampanya hatine destpêkirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî ji ber nîşandana hevxemiyê Peykera Kolberan hate çêkirin.

rudaw
Top