• Saturday, 27 April 2024
logo

Serok Barzanî bo ciwanan: Bêhêvî nebin

Gulan Media February 18, 2022 Nûçe
Serok Barzanî bo ciwanan: Bêhêvî nebin

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 69emîn salvegera damezrandina herdu rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye: “Di dema niha de jî pêwîst e qutabî û lawan ji berê zêdetir destketiyên biha yên bilind ên xebat û Kurdayetiyê bin û ji êrîş û gefan bêhêvî nebin.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta salvegera şêst û nehemîn salvegera damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî her du Sekreteriyeta Qutabiyan û Lawan û hemû qutabî û lawên xweşdiviyê Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.

Her du rêxistina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, her ji destpêka damezrandina wan ve heta niha di qonaxên xebata gelê me de cihê pêgihandin û perwerdeya Kurdayetî û niştimanperwerî û hişyariya neteweyî bûne û di wê rêyê de qurbanî dane û kedeke wan a mezin heye.

Di dema niha de jî pêwîst e qutabî û lawan ji berê zêdetir destketiyên biha yên bilind ên xebat û Kurdayetiyê bin û ji êrîş û gefan bêhêvî nebin. Kar ji bo pêşxistina çanda pêkvejiyan û firehiyê li Kurdistanê bikin. Heman demê de jî bi zanist û fêrbûn û çalakiyên medeniyane xwe pirçek bikin û bibin beşeke girîngê karwana pêşketin û bihêztirbûna welatê me û wî dewlemendtir bikin.

Dubare ev helkeft li hemû lawan û qutabiyên ezîz pîroz bê û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

18.02.2022

 

K24

Top