• Saturday, 06 July 2024
logo

Fîlma ‘Otela Beyrûtê’ hat qedexekirin

Gulan Media January 31, 2017 Hunerî
Fîlma ‘Otela Beyrûtê’ hat qedexekirin
Fîlma bi navê “Otela Beyrûtê ku di rola serekê de aktirîsta libnanî Darîn Hemze heye, li welatên erebî hatiye qedexekirin.

Fîlma “Otela Beyrûtê” behsa çîroka kesekî fransî dike ku diçe Beyrûtê û li wê derê dibe evindarê keçekî beyrûtî.

Fîlma navborî piştî ku çend rojan li welatên erebî tê nîşandan bi biryarekê te qedexekirin û ji salonên sînemayan tê rakirin.

Di medyaya erebî de hatiye amaje kirin ku fîlm ji ber hinek sehneyên nîvtazî hatiye qedexekirin.

Derbarê mijarê de Darîn Hemze ji Rûdawê re wiha got: “Welatên erebî ne ji ber dîmenên min qedexe kiriye. Ez bawer dikim ku sedem siyasî ye.”

Hemze wiha domand: “Nûçeyên qedexekirinê, ji bo fîlmê bû reklameke baş. Her kesê ku bihîstî fîlm hatiye qedekirin, ji bo temaşekirinê çûn salonên sinemayan.”

Aktirîsta libnanî Darîn Hemze heta niha di çend fîlmên libnanî, misrî û fransî de rol girtiye.

Rudaw
Top