• Saturday, 06 July 2024
logo

Şanokarekî Kurd li Almanyayê yekem koma şanoya Kurdî ava kir

Gulan Media January 21, 2017 Hunerî
Şanokarekî Kurd li Almanyayê yekem koma şanoya Kurdî ava kir
Hunermendê kurd, Bextiyar Şano ku heyama kêmtir li du salane li bajarê Hamburga Almanyayê dijî, ji bo BasNewê ragehand ku:”Her ciqas ku ti arîkariyek ji bo me nehatiye kirin lê belê me karî em yekem koma şanogeriyê li welatê Almanyayê bi navê koma "Yarênî Tarawgeh" ava bikim.



Wî şanogerî got ku:”Ez xwe bi kesekî bextewer dizanim ku min karî wek yekem komê li wî welatî de ava bikim.”



Di berdewamiya de diyar kir ku di destpêkê de nêzîkî 43 penaberên kurd li gel komê bûn lê belê ji ber ku ti arîkarî nebû ji bo vê niha tenê 4-5 kes li nav komê de mane û em li gel komeke din ya şanoya Almanyayê yekem karê şanoyê encam didin.



Biryare em di dawiya vê mehê de şanoya Çako û Lorke bi zimanê Kurdî û Almanî li bajarê Hamburgê pêşkêş bikin.



Wî hunermendî li herêma Kurdistanê çend festîvalê şanoyî û hunerî pêşkêş kiriye û heyama zêdetir ji 8 salane li wan babetane de kar kiriye.



Basnews
Top