• Saturday, 27 April 2024
logo

Serokwezîr li gel şandeke Nemsayî civiya

Gulan Media February 6, 2022 Nûçe
Serokwezîr li gel şandeke Nemsayî civiya

Nemsa dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Nemsayê hate kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Nemsayî civiya û piştî civînê Serokwezîr li ser hesabê xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekeşm 6ê Sibata 2022an me pêşwaziya şandeke Nemsayî ya bi Serokatiya Serokê beşê Rojhilata Navîn, Bakûrê Efrîqa û Başûrê Ewrûpa ya li wezareta derve ya Nemsayê Gerald Vollmar û balyozê vê welatî yê li Îraq û Urdinê Oskar Vostanger kir.

Di civînê de me behsa guhertin û pêşhatên Îraq û deverê û pêşde birina têkiliyên navbera Nemsa, Îraq û herêma Kurdistanê kir.

Me bi rêzdarî ve behsa têkiliyên dostane û dîrokî yên Nemsa li gel herêma Kurdistanê û piştgîrî kirina vê welatî ji xelkê Kurdisanê kir.

Şanda Nemsayî xwesteka welatê xwe ya bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warê bazirganî û hilbirînê de diyar kir.

Çareser kirina kêşeyên Koçberên Kurd yên li Ewrûpayê û girîngiya pêşî girtin ji koç kirina derqanûnî mijarên din yên civîna me bûn.

Top