• Saturday, 06 July 2024
logo

Fîlma Nîştecihên Alyawa bi sponsoriya Rûdawê tê nîşandan

Gulan Media January 18, 2017 Hunerî
Fîlma Nîştecihên Alyawa bi sponsoriya Rûdawê tê nîşandan
Fîlma kurdî ya ni navê “Nîştecihên Elyawa”, ku Tora Medyaya Rûdawê sponsoriyê dike, dê li Silêmaniyê û Hewlêrê bê nîşandan.

Derhênerê fîlmê Loqman Xerîb ji Rûdawê re got; “Fîlma Nîştecihên Elyawa behsa serpêhatiya salên 1950yan dike. Fîlm bi sponsoriya Rûdawê tê nîmayîşkirin. Roja 26ê Çileya 2017ê dê li Hola Komeleya Hûnerên Ciwan li Silêmaniyê bê nîşandan. Paşî dê li Hewlêrê bê nîmayîşkirin.”

Xerîb diyar kir, ku dema fîlmê 120 xulek in û çendîn aktorên navdar ên kurd di fîlmê de rol digrin.

Karê wênegirtina fîlma Nîştecihên Alyawa ji aliyê Mehmûd Kemal ve hatiye kirin. Montaj ji aliyê Herêm Nûrî ve hatiye kirin û derhênan jî yê Merîwan Îbrahîm e. Berhemhênerê fîlmê jî navenda GAV KURD ART e.

Biyare film roja 26-01-2017ê, demjimêr 15:30ê piştî nîvro û 17:30ê êvarê li Hola Komeleya Hûnerên Ciwan li Silêmaniyê bê nîşandan.

Rudaw
Top