• Saturday, 06 July 2024
logo

Bavê wê nivîsand, wê jî awaz danî

Gulan Media January 16, 2017 Hunerî
Bavê wê nivîsand, wê jî awaz danî
Keça hunermendê navdar Nasir Rezazî, Dilniya Rezazî, helbesteke bavê xwe kire stran.

Dilniya Rezazî ji Rûdawê re axivî û got ew di amadehiya çêkirina klîbekê ye bo vê awazê.

Keçika Nasir Rezazî û Merziye Ferîqî, beriya vê strana xwe, li hin xabatên din jî mohra xwe lêdabû.

Di sala 2005an de diya Dilniya çûbû ser dilovaniya Xwedê û Dilniya jî ji bo diya xwe stranekê gotibû û bi vê stranê bûbû navdar.

Her wiha albûma ku ji diya wê nîvco mabû temam kir û pêşkêşî hezkiriyên wê kiribû.

Rudaw
Top