• Saturday, 06 July 2024
logo

Dadgehê di dosyaya “Bejna Zirav” de dewleta Tirkiyê mehkûm kir!

Gulan Media January 11, 2017 Hunerî
Dadgehê di dosyaya “Bejna Zirav” de dewleta Tirkiyê mehkûm kir!
Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, di dosyaya hunermendê kurd Şivan Perwer û hunermenda Tirkiyê Guler Işik de dewlet bi dayîna 14 hezar lîre bo Şivan mehkûm kir.


Sala 2002 Şivan Perwer li dadgehê gilî hunermenda Tirkiyê Guler Işik kiribû ku bê destûra wî strana wî ya bi navê “Bejna Zirav” bikar aniye, navê wê jî kiriye “Narim”. Dadgehê piştî 12 salan derheqê dozê de biryar dabû û Şivan Perwer mafdar dîtibû û Guler Işik bi dayîna 15 hezar lîre mehkûm kiribû. Lê Guler Işik bertek nîşanî dadgehê dabû û di parastina xwe de gotibû ku wê ew stran ji helbestvanê kurd Cewad Merwanî standiye. Ji ber wê yekê dadgehê dosya nû kir û piroseyek din dest pê kir.

Lê parêzerê Şivan Perwer, li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê gilî li wê yekê kiribû ku dosyaya han gelekî dirêj bûye ji ber wê jî divê dewlet xisaretê bide Şivan Perwer.


Dadgehê Destûra Tirkiyê jî daxwaza Şivan Perwer pejirand û ragihand, ji ber ku mafê Şivan Perwer hatiye xwarin û piroseya dadgehîkirinê hatiye gîrokirin, divê dewlet 14 hezar lîre (derdora 4 hezar dolar) bide Şivan Perwer.

Guler Işik jî kurd e û li bajarê Sêwerekê yê Kurdistana Bakûr hatiye dinê.

Basnews
Top